![]() |
| Navnîþan/adress: Vetterstorpsgatan 34, 724 62 Västerås/Sweden, Tel: +46-(0)70-171 15 08, mail: diljen@swipnet.se |
|
|
Bi
naverok û forma xwe pirtûkeke dersê ya nû
Ev pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye, mezinahîya wê 19,5x24.0 cm ye, 108 rûpel û bi rengîn e. Ji aliyê Haydar Diljen û Sabîha Otlu ve hatiye nivîsîn. Haydar Diljen li Swêdê wek mamosteyê kurdî û Sabîha Otlu jî wek pedagoga pispor kar dike. Wêneyên pirtûkê Leyla Atak çêkirine. Mirov dikare vê pirtûkê hem wek pirtûka alfabeyê hem jî wek ya xwendina destpêkê li Kurdistanê û hemû welatên din bi kar bîne. Mirov dikare vê pirtûkê hem di pêþdibistan, dibistan û kursan de bi kar bîne; hem jî dayik û bav dikarin li malê bi kar bînin. Nivîskarên vê pirtûkê di nivîsa nasandinê ya ku di pirtûkê de weþandina van agahîyan didin: Pirtûk li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî alfabeyeka fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî ye, li gor me ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê. Bi vê pirtûkê zarok dê hîn di temenê xwe yê biçûk de hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew bingeheka rast ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa di navbera e û ê, v û w, k û q û hwd. de hîn bibin. Her weha ew dê hîn di biçûkatiya xwe de fêrî rastpeyivîn û rastnivîsînê bibin û ferqa hevala min, hevalê min û hevalên min bi awayekî xwezayî bizanibin. Nivîsarên pirtûkê li gor hin temayan hatine amadekirin: Roj, demsal, sersal, Newroz, xweza, ajel, stran, hevaltî, malbat, dibistan, çîrok, xwarin, trafîk û hwd. Naveroka vê pirtûkê neynika jîyaneke demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew dipirsin, diaxifin û tiþtan dikin. Ji bo ku hewesa xwendina kurdî li ba zarokan peyda bibe, me cî da hin qinik, stran û helbestên kurdî. Nimûneyên çanda kurdî wek tiþtanok, gotinên pêþîyan û çîrok jî vê pirtûkê rengîntir dikin. Ev pirtûk bi naverok, form û metoda xwe pirtûkeka nû ye. Em hêvîdar in ku ev pirtûk ji zarokan re bibe heval û kurdî bi wan þîrîn bike. Mats Wennerholm, muþawîrê Dayreya Giþtî ya Xwendegehan ya Swêdê, jî di pirtûkê de bi pêþgotineka bi swêdî ya kin kêfxweþîya xwe ya ji bo derketina vê pirtûkê diyar kiriye. Çend rûpel ji pirtûkê: Berga pirtûkê Hin agahdarî Rûpel: 4, besek ji alfabeyê Rûpel 10 Rûpel 11 Rûpel 44 Rûpel 45 Rûpel 53 Rûpel 61 Rûpel 62 Rupel105 Rûpel 108 Navnîþana xwastinê: DILJEN Vetterslundsgatan 240 724 62 Västerås/Swêd Tel: +46-(0)70 171 15 08 E-name: diljen@hotmal.com |
|
Destpêk:2003-02-12 |