Navnîşan/adress: Vetterstorpsgatan 34, 724 62 Västerås/Sweden, Tel: +46-(0)70-171 15 08, mail: diljen@swipnet.se

 

 

 

 

 

Bi naverok û forma xwe pirtûkeke dersê ya nû


Ji bo zarokên 5-9 salî

Nivîskar:
Haydar Diljen
Sabîha Otlu

108 rûpel, rengîn

Xwedî:

Weþanxaneya Diljen û nivîskarên pirtûkê

Hevkarên projeyê:
Dayreya Giştî ya Xwendegehan ya Swêdê û Weşanxaneya Diljen

Mezinahî:
19.5X24.00

Biha:
120 SEK
13 €
22 YTL
18 $
(Çûnên postê lê zêde dibin.)



Ev pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye, mezinahîya wê 19,5x24.0 cm ye, 108 rûpel û bi rengîn e. Ji aliyê Haydar Diljen û Sabîha Otlu ve hatiye nivîsîn. Haydar Diljen li Swêdê wek mamosteyê kurdî û Sabîha Otlu jî wek pedagoga pispor kar dike. Wêneyên pirtûkê Leyla Atak çêkirine.

Mirov dikare vê pirtûkê hem wek pirtûka alfabeyê hem jî wek ya xwendina destpêkê li Kurdistanê û hemû welatên din bi kar bîne. Mirov dikare vê pirtûkê hem di pêþdibistan, dibistan û kursan de bi kar bîne; hem jî dayik û bav dikarin li malê bi kar bînin.

Nivîskarên vê pirtûkê di nivîsa nasandinê ya ku di pirtûkê de weþandina van agahîyan didin:

Pirtûk li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî alfabeyeka fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî ye, li gor me ev
metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.

Bi vê pirtûkê zarok dê hîn di temenê xwe yê biçûk de hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew bingeheka rast ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa di navbera “e” û “ê”, “v” û “w”, “k” û “q” û hwd. de hîn bibin. Her weha ew dê hîn di biçûkatiya xwe de fêrî rastpeyivîn û rastnivîsînê bibin û ferqa “hevala min”, “hevalê min“ û “hevalên min” bi awayekî xwezayî bizanibin.

Nivîsarên pirtûkê li gor hin temayan hatine amadekirin: Roj, demsal, sersal, Newroz, xweza, ajel, stran, hevaltî, malbat, dibistan, çîrok, xwarin, trafîk û hwd.

Naveroka vê pirtûkê neynika jîyaneke demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew dipirsin, diaxifin û tiþtan dikin.

Ji bo ku hewesa xwendina kurdî li ba zarokan peyda bibe, me cî da hin qinik, stran û helbestên kurdî. Nimûneyên çanda kurdî wek tiþtanok, gotinên pêþîyan û çîrok jî vê pirtûkê rengîntir dikin.

Ev pirtûk bi naverok, form û metoda xwe pirtûkeka nû ye. Em hêvîdar in ku ev pirtûk ji zarokan re bibe heval û kurdî bi wan þîrîn bike.


Mats Wennerholm, muþawîrê Dayreya Giþtî ya Xwendegehan ya Swêdê, jî di pirtûkê de bi pêþgotineka bi swêdî ya kin kêfxweþîya xwe ya ji bo derketina vê pirtûkê diyar kiriye.

Çend rûpel ji pirtûkê:

Berga pirtûkê
Hin agahdarî
Rûpel: 4, besek ji alfabeyê
Rûpel 10
Rûpel 11
Rûpel 44
Rûpel 45
Rûpel 53
Rûpel 61
Rûpel 62
Rupel105
Rûpel 108

Navnîþana xwastinê:

DILJEN
Vetterslundsgatan 240
724 62 Västerås/Swêd

Tel: +46-(0)70 171 15 08

E-name: diljen@hotmal.com

Destpêk:2003-02-12